14 baroyên Bakurê Kurdistanê banga naskirina komkujiya Roboskiyê kir

Li Bakurê Kurdistanê 14 baroyan, banga naskirina komkujiya Roboskî weke sûcê li dijî mirovahiyê kir.

Baroyên 14 bajarên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş komkujiya Roboskî şermezar kir.

Li gorî daxuyaniyê, her çi qasî li ser komkujiya Roboskiyê dem derbas bûbe jî, lê heta ku kirinê wê dernekevin pêşberê dadgehê û neyên cezakirin û her wiha edalet neyê pêkanîn, wê êşa wijdanan bidome.

Her 14 baroyan bang li dadgehên mafê mirovan kir ku komkujiya Roboskiyê weke sûcekê mirovahiyê were qebûlkirin.

Back to top button