50 rojnamevan ji destpêka sala 2020’an li seranserî cîhanê hatine kuştin.
Rêxistina Rojnamevanên Sînor-nenas, di rapora xwe ya sala 2020’an de, hejmara rojnamevanên ku hatine kuştin û girtin, eşkere kir.
Rêxitinê piştrast kir ku, di nava vê salê de 50 rojnamevan hatine kuştin, ji wan 70% li welatên bêşer bûn.
Saziya Parastina Rojnamevanan jî diyar kir, hejmara rojnamevanên girtî ji destpêka vê salê û heta niha, gihaye 274 yî.
Sala par, 53 rojnamevan hatibûn kuştin û 250 jî di zindanan de bûn.