Dewleta Tirk li himberî gerîla çekên nuklerî bi kar tîne

Dewleta Tirk ji ber bêdengiya cîhanê her roj çekên nuklerî yên taktîkî li dijî Gerîlayên Azadiyê bi kar tîne.Dîmenê dema teqîna vê bombeyê ku mîna ‘Hîroşîmayeke Biçûk’ bandorê dike, vê carê li Qada Karker a Zapê hate kişandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker her ku li hember berxwedana gerîla têk diçe û encam nagre vê carê bi bombeyên nukleerî yên taktîkî êrîşî çeperên şer ên gerîla dikin.

Dagirkeran vê carê êrişê Girê Ortê kirin.

Teqîna çekên nukleerî ya taktîkî, herî dawî li Qada Berxwedanê ya Karker a Zapê bi kamerayan hat tomarkirin.

Tunelên ku nekarîn bi mehan desteser bikin, bi awayek hemwext bi bombeyên kîmyewî yên dijwar û rokêtan tên teqandin..

Di 24’ê Tebaxê de jî dewleta tirk li dijî çeperên şer ên şehîd Zemanî yê Girê Hakkarî bombeyên nûklerî yên taktîk bikaranî.

Back to top button