Gerîla dîmenê bombeya nûkleriya artêşa Tirk a dagirker tomar kir

Dewleta tirk ji bo pêşî têkçûna xwe ya li dijî gerîla bigre, careke din li dijî tûnelên gerîla bombeya nûklerî ya taktîkî bikara anî.
Gerîla kêliya teqîna bombeya nukleerî ya taktîkî ya ji aliyê artêşa Tirk ve li hemberî çeperên şer ên Şehîd Zemanî yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi kamerayan tomarkir.

Dewleta Tirk a dagirker her ku li hember berxwedana gerîla têk diçe û encam nagre giranî daye bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla.

Her ku dem derbas dibe ev êrîşên bi çekên kîmyewî zêdetir dibin û cureyên nû di nav xwe de digre.

Herî dawî dîmenên vîdeoyê ku nîşan dide artêşa dagirker bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî li dijî tunelên şer ên Şehîd Hêjar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî amade dike, bi kamerayan hatin tomarkirin.

Îro jî ajansa Firatê dîmenê bombeya nûklerî ku artêşa dagirker li dijî gerîla kartîne parvekir.

Ev der çeperên şer ên şehîd Zemanî ya girêdayî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ye.

Tevî ku ji dûrahiya 5 kîlometreyan hatiye kişandin jî tê dîtin ku kameraya di qeydê de bi bandora bombeyê diheje.

Destpêkê ev bombe tê bi cih kirin piştra ev qad ji leşkerên dagirker tê valakirin û ji mesafeyekî dûr ve bombe tê teqandin.

Bandoriya ku ev bombe li hawirdorê dike li hemberî bandoriya wê ya li ser çeperên şer kêmtire.

Bombeyên nukleerî yên taktîkî jî xwedî cureyên zêde ye. Ji bombeyên ku hêza teqîna wan ji 1 tonî heya 400 tonî hene.

Dewleta tirk van bombeyan li hêzên natoyê digre, ev çek li gel wan heye.

HPG’ê herî dawî ragihand ku ji 17’ê Nîsana sala 2022’an û heya niha zêdetirî 1600 car çekên kîmyewî yên qedexe li dijî hêzên gerîla hatiye bikaranîn.

Ev dîmen belgeyekî nû derbarê êrîşên bi çekên qedexe yên dewleta Tirk li ser gerîla ye.

Back to top button