Şerê li Ukraynayê 6 meh derbas bûn û ti nîşaneyên bidawîbûna şer xuya nakin

Di şerê Ukraynayê re 6 meh derbas bûn.
Li gel encama giran a pêvajoya derbasbûyî jî ti nîşaneyên bidawîkirin an jî rawestandina şer xuya nakin.
Lewma ji bo çareseriyê şertê Kievê ew e ku Rusya bi temamî ji xaka welat derkeve.
Berovajî vê daxwazê, Mosko jî dixwaze hê zêdetir herêmên Ukraynayê kontrol bike.

Pêşî bêtirî 100 hezar leşkerên Rûsya li herêma sînorê Ukraynayê hatin bicihkirin.

Li gel hişyariyan jî Mosko her îdîa kir ku ti niyeta wan a êrişê tine ye.

Roja 21’ê Sibata îsal serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi awayekî yekalî Donetsk û Luhansk weke 2 komarên gel ên serbixwe ragihandin.

Bi vî yekê re Pûtîn biryara şandina leşkerên xwe ji bo Ukraynayê eşkere kir.

Û piştî vê biryarê bi 3 rojan, şerê li Ukraynayê destpêkir.

Û di nava demeke kurt de mijar veguherî şerê wekaletê.

Lewa Ukranya ji destpêkê ve bi desteka Amerîka, Îngilîstan û hêzên Rojavayî şer dike.

Heta niha bi mîlyara alîkariyên leşkerî hatine kirin.

Di bin navê rawestandina şer de cezayên giran li Mosko hatine birîn.

Û di nav de hin aliyên mîna Tirkiyê jî bi siyaseta durû hewl didin sûdê ji vî şerî bigrin.

Lê her çi pêk hatibe jî, ti hewl heta niha nekarîn rê li ber kuştina bi hezaran kesî,

Koçberiya bêtirî 12 mîlyon kesî û wêrankirina bajaran bigrin.

Li gorî daneyên Kievê, heta 10’ê Tebaxê hejmara kuştiyên wan 13 hezar derbas kirin.

Lê ji ber rastiya şer nayê kontrlkirin, tê payîn ku hejmara kuştiyan pir zêdetir be.

Ji xwe Neteweyên Yekbûyî eşkere ragihand ku baweriya wan bi daneyên herdû aliyên şer nayê.

Tevî ewqas kuştin û wêrankirinê, şerê 6 mehên derbasbûyî zerareke mezin da binesaziya Ukranyayê,

Li gorî lêkolînên Kievê di pêvajoya derbasbûyî de bi qasî 104 milyar dolar xesar li Ukraynayê bûye.

Her çendî plana Mosko ew bû ku tevgera xwe a leşkerî di nava demeke kurt de biencam bike jî lê ev palan wê neçû serî.

Bi taybet hewldana kontrolkirina paytext Kievê.

Di nava 6 mehên derbasbûyî de hêzên Rûsya tenê dikarîn li Rojhilatê Welat hin herêman kontrol bikin.

Back to top button