Saziya Save The Children: Piraniya wan li Bakur û Rojhilatê Sûrî, Tebaxê 13 zarok hatin kuştin

Rêxistina Zarokan Biparêzin a Cîhanî ragihand ku meha Tebaxê piraniya wan li Bakur û Rojhilatê Sûrî 13 zarok hatin kuştin.
Rêxistinê diyar kir ku 27 zarok jî birîndar bûne.

Rêxistina Sivîl a parastina zarokan, têkildarî êrişên demên dawî daxuyaniyek da.

Rêxistinê bi bîr xist ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek zarok bûne qurbanê êrişan û ev agahî pave kirin:

16’ê Tebaxê li Kobanê zaroke,

19’ê Tebaxê li Babê 6,

Û heman Rojê li Hesekê jî 4 zarokên keç hatin kuştin.

Rêxistinê wekî din bi bîr xist ku 24’ê Tebaxê jî li herêma Til Rifatê 2 zarok ji ber êrişan birîndar bûn û got:

Ji ber êriş û tevgerên leşkerî, bi hezaran zarok tevî malbatên xwe bê cih û war dimînin.

Ji mafê jiyanê bê par in.

Dîrektorê Destwerdana Demkî ya rêxistinê li Sûrî Beat Rohr (Bêt Ror) ragihand ku li Sûrî jiyana zarokan di nava xeteriyê de ye û got:

Li Bakurê Sûrî, dema zarok ji malê xwe derdikevin, dikarin her gavê bi êrişan re rû bi rû bimînin.

Di meha dawî de dewleta Tirk êrişên xwe li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirin.

Ji ber êrişa bi balafirên bê mirovê, bêtirî 20 kesî jiyana xwe ji dest da û piraniya wan zarok bûn.

Back to top button