Hikûmeta Şamê nahêlê pêwîstiyên jiyanî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bibe

2 sal di ser dorpêça hikumeta Şamê a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û kantona Şehbayê re derbas bûn.
Piştî hewildanên lihevhatinê yê Tirkî bi hikûmeta Şamê re, careke din polîtîkaya dorpêcê li dijî şêniyên Şehba, Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye kete meryetê.
Hikûmta şamê nahêle pêwîstiyên jiyanî ji bo zêdetir 200 hezar kesên ku li van taxan dimînin derbas bibe.
Şêniyan jî teqez kir ku ew xwedî çandekî berxwedêrin, dê li hember van polîtîkayan li ber xwe bidin.

Piştî civîna Soçî, Tahran û hewildanên li hevkirina Tirkî ya bi hikûmeta Şamê re polîtîkayên dorpêçkirina Şehba, taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê careke din ket meryetê.

Firqeya Çaran a hikumeta Şamê dorpêça li ser her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê girantir kir.

Hemû rêyên ku digihêjin her du taxan girtin.

Her wiha nahêlin sotemenî, ard, madeyên jiyanê yên bingehîn derbasî her du taxan bibin.

Û rê li pêşiya pêwîstiyê jiyanê yên zêdetirî 200 hezar kesên ku li her du taxan dimînin, girt.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî Mirî El Şiblî têkildarî dorpêçê ji ajansa Hewarê re axivî ..

Mirî El Şiblî diyar kir ku Şêniyên her du taxan û kantona Şehba, ji ber dorpêçê zehmetiyan dikişînin û got:

Şênî li hember vê dorpêça dubarekirî nikarin madeyên bingehîn peyda bikin.

Ji ber projeya rêveberiya sivîl a li taxan tê meşandin, ne li kêfa rejîma Tirk û hikumeta Şamê ye dorpêcê girantir dikin. ”

Di dawiyê de El Şiblî diyar kir şêniyên van taxan xwedî çandekî berxwedêrin, wê li hember van polîtîkayan heta dawî li berxwe bidin.

BI heman ermancê welatiyê bi navê Casim Hac Beha yê ku ji pêhateya Ereb û şêniyek ji taxa Şêxmeqsûd e dibêje:

“Em bang dikin ku dorpêç bi dawî bibe..

Madeyên bingehîn bi taybet sotemenî derbasî taxê bibe ji ber zivistan nêz e û ev yek dê li ser zarokan û kesên temenmezin xeter be.

Şêniyê bi navê Corc Liyon ê xiristiyan jî got:

“li gel şert û mercên heyî li şûna qutkirina rêyan û dorpêçê divê piştgriya gel bê kirin.”

Back to top button