CPT: Di nava 7 salan de ji ber êrişên Tirkiyê 123 sivîl hatiye kuştin

Ji sala 2015’an ve dewleta Tirk zêdetirî 4 hezar êrîşên hewayî, bejahî li ser Başûrê Kurdistanê pêk anîne.
Di encamê de 123 kes hatine qetilkirin.
Ev yek ji aliyê Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) hat raghandin.

CPT raporek derbarê êrîşên dewleta Tirk ku ji aliyê hevpeymaniyek navdewletî ya civaka sivîl ve bi sernavê ‘Dawî li bombeberanên sinor bînin’ ve hatiye amadekirin belav kir.

CPT di destpêka rapora xwe de behsa komkujiya gundê Perex yê Zaxo dike û dibêje:

“Di 20’ê Tîrmeha 2022’an de li gundê Perex yê nêzî Zaxo êrîşek pêkhat.

Ev êriş bû sedema kuştina 9 welatiyan û birîndarbûna 24 welatiyan. ”

Tirkiyê ji sala 2015’an heta 2022’an zêdetirî 4 hezar êrîşên asîmanî, bejahî li ser sinorên Iraqê pêkaniye. Di van êrişan de 123 sivîl jiyana xwe ji dest dane.”

CPT di rapora xwe de dibêje, ji sedî 13’ê kesên jiyana xwe ji dest dane jin in, ji sedî 87 jî mêr û herî kêm 6 jê zarokin.

Her wiha nêzî 500 gund jî di jêr metirsiya valabûnê de ne.

Back to top button