Dumaya Rûsya jî şandina hêzên Tirk ji bo Lîbyayê red kir

Meclisa Duma ya Rûsyayê şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê red kir.

Cîgirê Serokê Komîteya Duma ya Karûbarên Derve Dmitry Novikov ragihand ku Tirkiyê bi şandina hêzên xwe ji Lîbyayê re wê rewşê aloztir bike û dê bi awayekî neyînî bandor li gelê Lîbyayê bike.

Dmitry Novikov ragihand ku Rûsya wê li gorî geşedanan tevî ku tevahiya hîman di ber çavan re derbas bike, siyasetên xwe ava bike.

Parlamantoya Tirkiyê şandina hêzên leşkerî ji Lîbyayê re erê kir. Ev gav li ser asta herêmî û navneteweyî rastî nerazîbûnan hat. Misrê bi tundî ev gav şermezar kir.

Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî çend saetan ji erêkirina Parlamatoya Tirkî mûzekereya şandina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê re, Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan agahdar kiriye ku mudexeleya biyanî di Lîbyayê de rewşê aloztir dike.

Leave a Reply

Back to top button