Trump: Destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê de rewşê aloztir dike

Koşka Spî ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump, Erdogan agahdar kiriye ku destwerdana biyanî di Lîbyayê de wê rewşê aloztir bike.

Koşka Spî got serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan agahdar kiriye ku destwerdana biyanî di Lîbyayê de wê rewşa Lîbyayê aloztir bike.

Serokê Amerîkayê û yê Tirkiyê geşedanên herêmî di serî de li Lîbya û Sûriyê tevî têkiliyên dualî di navbera Washington û Enqereyê de nirxandin.

Ev tişt piştê erêkirina Parlamantoya Tirkiyê mijara şandina hêzên Tirkî ji Lîbyayê re pêk hat.

Ev gava Tirkiyê rastî hêrsek herêmî û navneteweyî hat.

Misr jî Tirkiyê ji encamêm destwerdana wê di Lîbyayê de hişyar kir.

Leave a Reply

Back to top button