Hediya Yusiv: Armanca me xaka Sûriyê ye

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsiv diyar kir ku ew hewl didin bi Şamê re bêyî ku Sûriye were parçekirin, bighêjin lihevkirinek stratejîk.
Hediya girîngiya rizgarkirina tevahî herêmên ku Tirkiyê dagirkirine jî destnîşan kir û anî ziman ku, divê projeya berfirebûnê ya dagirkeriya dewleta tirk were astengkirin.
Endama buroya Têkiliyên MSD’ê Fatima Hesîno jî teqezî li ser diyalogên sûrî-sûrî kir.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve rêveberiya siyasî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hewl dide bi rejîma Sûriyê re bighêje lihevkirinekê ku yekparbûna xaka welat biparêze.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsiv destnîşan kir ku heger rêveberî dijminatiya rejîma Baas kiriba wê hikûmeta Şamê ji beriya salan ve hilweşiya ba.

Hediya Yûsiv diyar kir ku armanca rêveberiya xweser ne dijminahiya bi rejîma Sûrî re ye, ji ber tenê armanca xwe yekparbûna xaka Sûrî ye.

Hediya Yusif: Diyalog Sûrî-Sûrî ji bo çareseriya guncaw e

Endama Koordînasyona Kongreya Star bang li rejîma Sûriyê kir ku pêşketinên demokratîk pêk bînin û sîstema gelên herêmê binase û rêya diyalogeên sûrî-sûrî veke.

Hediya îşaret bi girîngiya beşdarkirina Rêveberiya Xweser di Komîteya Destûrî de kir û anî ziman ku divê em beşdarî komîteyê werin kirin.

Hediya Yusif: Divê projeya Tirkiyê ya berfirehbûnê were astengkirin

Hediya Yûsiv girîngiya rizgarkirina tevahî herêmên ku dewleta Tirk destnîşan kir û teqez kir ku divê projeya Tirkiyê ya berfirehbûna dagirkeriyê were astengkirin.

Fatima Hesîno: Bi diyalogên Sûrî-Sûrî em ê bigihêjin Sûriyeke demokrat

Ji aliyê din ve jî Endama buroya Têkiliyên MSD’ê ya şaxê bajarê Helebê Fatima Hesîno jî teqezî li ser diyalogên sûrî-sûrî kir û wiha got:

Çareseriya aloziya Sûriyê bi diyalogên Sûrî-Sûrî, li ser xaka Sûriyê û bi beşdariya pêkhateyan misoger e.”

Bi vî awayî em ê bigihêjin Sûriyeke demokrat û piralî.

Leave a Reply

Back to top button