Destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê biryara parlamana Tirkiyê, bi giranî hat şermezarkirin

Piştî erêkirina parlamana Tirkiyê li ser pêşnûmeya şandina hêzên leşkerî yên dewleta Tirk ji bo Lîbyayê, bertekên cur bi cur xwe dan der.
Hemû aliyan, ev biryar red kir û banga rêlibergirtina destwerdana Tirkiyê kir.

Duh di encama civîna awerte ya li Parlementoya Tirkiyê de biryar hat dayîn ku leşkerên xwe bişînin Lîbyayê.

Piştî vê biryarê jî gelek bertekan derketin.

Weke despêk muxalefetê li dijî biryara Erdogan ya şandina leşkeran derketin.

Parlamenterê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku helwest û biryarên wisa, bêyî naskirina encaman, tenê em li kolanan dibînin.

Ozel got, ma layiq e leşkerên me bibin pasdarên hikumeta Wîfaqê.. ev gav dê rewşa Lîbya û herêmê aloztir bike.

Parlementera Partiya Demokratîk a HDP’ê Tulay Hatim-oğulları jî diyar kir ku nêrîna wan ya li ser şandina leşkeran diyare û ew jî Na ye.

Piştî biryara li parlementoya Tirkiyê welatên ciran jî bertek li dijî biryara dewleta tirk a şandina leşkeran dan.

Wezareta derve ya Misirê bi zimanekî tûj ev biryar red kir û got ew ne li gorî qanûnên navdewletî ye.

Misir ji vê destwerdanê hişyar kir û teqez kir wê dewleta Tirk berpirsyartiya ne-aramiya herêma Deryaya Spî bi temamî hilîne.

Serokatiya Cezairê jî heman helwesta da û teqez kir ku çare tenê siyasî ye û ew jî dûrî destwerdaneke biyanî li Lîbyayê.

Komkara welatên Ereb jî got, erêkirina parlamanê şerê Lîbyayê hîn bêtir kur dike.

Ji aliyê xwe ve jî, Parlamana welatên Ereb jî redkirina xwe anî ziman û teqez kir, ev biryar tam biryarên Konseya Ewlekariyê binpê dike û bang li civaka navdewletî kir ku bilez rê li ber Tirkiye û herkîna çeteyên wê bigire.

Li Waşingtonê jî, serokê Emerîkî Trump ev biryar bi ya astengdar bi nav kir ku ev yek dê aloziya welêt aloztir bike.

Koşka Spî jî ragihand ku Trump heman tişt ji Erdogan re gotiye.

Meclisa Duma ya Rûsyayê jî ev yek red kir û anî ziman, Tirkiyê bi şandina van hêzên dê rewşê aloztir bike û bi awayekî neyînî bandorê li gelê Lîbyayê bike.

Leave a Reply

Back to top button