Fermandarê Feyleqa Qudsê Sulêmanî bi êrîşeke asmanî ya Emerîka hat kuştin

Wezareta parastinê ya Emerîka (Pentagon) ragihand ku artêşa Emerîka fermandarê alaya Qudsê a girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bi fermana Trump kuştiye.

Wezaretê diyar kir ku operasyon ji bo parastina karmendên Emerîkî yên li derve pêk hat.

Wezaretê anî ziman ku Suleymanî bixwe fermana êrîşa ser balyozxaneya Emerîkî ya li Bexdayê dabû û plan dikir êrîşî diplomat û leşkerên Emerîkî jî bike.

Pentagonê, Suleymanî û Feyleqa Qudsê bi kuştina bi sedan leşkerên Emerîkî û hêzên koalisyonê tawanbar kir.

Ji bo vê operasyonê Trump ala Emerîkî tenê li ser tiwittera xwe bêşirove, belav kir.

Berdevkê Xamineyî: Em ê tolê hilînin û nehêlin Emerîkî rehet bimîne

Li aliyê din pasdarên Îranê ragihand ku Suleymanî ji aliyê Emerîka ve bi êrîşeke asîmanî li ser riya balafirgeha Bexdayê hat kuştin.

Berdevkê Xaminey jî got, emê bersivê bidin û nehêlin xew bikeve çavên Emerîkiyan.

Leave a Reply

Back to top button