Li bajarokê Şihêl ê Dêra Zorê, duh bi erebeya hevserokê Meclisa Sivîl a herêmê mayînek teqiya.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku di encama teqînê de ti zirarên canî çênebû û tenê erebe şewitî.
Li heman deverê jî, kesek di encama gulebarana komeke çekdar de hat kuştin.
Di van demên dawî de, bi armanca fitneyê, gelek aliyên hundir û derve û her wiha şaneyên DAIŞê, rûspî û endamên meclisa Dêra Zorê dikin armanc.