Efrîna dagirkirî-teqîn

Li navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî, teqîneke pêk hat, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Ajansa nûçeya ya HAWAR’ê da zanîn, duh motorsîklêteke bombebarkirî li nêzî baregeha çeteyên “Melek Şah” teqiya.

Çavkaniyê destnîşan kir ku di encama teqînê de bi kêmanî 3 kes birîndar bûn.

Lê li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, êrîşeke çekdarî li dijî baregeha çeteyan li navçeya Bilbilê pêk hatiye û ev 3 kesên birîndar jî, çete ne.

Piştî teqînê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker girtin ser malên sivîlan.

Back to top button