KNK’ê roja rojnamevaniya Kurdî pîroz kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK bi wesîleya roja Rojnamevaniya Kurdî 22’ê Nîsanê daxuyaniyek nivîskî da.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist di 22’ê Nîsana 1898’an de bi pêşengiya Mîqdad Medhed Bedirxan yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê ‘Kurdistan’ derket û wiha got:

Bi vê wesîleyê 22’ê Nîsanê weke roja rojnamevaniya Kurdî hatiye ragihandin.

Rojnameya Kurdistan di demekê de dît ku Kurdistan di bin desthilatdariya paşveroya Osmaniyan de ji rûyê siyasî, aborî û civakî ve ketibû nava rojên tarî de.

Li Kurdistanê îro bi dehan kenalên televîzyonên herêmî, bi dehan radîo, bi sedan kovar û rojname, malper û nûçename hene.

Çawa ku rewşa Kurdistanê taybet e, medyaya wê jî taybet e.

Lewma erka rojnamevan û medyakarên Kurd pir cemserî û piralî ye.

Bi wesîleyê rojê KNK silavên xwe yên germ ji rojnamevanên Kurd bi hemû beşên wê re şand û got:

Destxweşiyê li kar û keda wana dikin.

Silav li hemû rojnamevan û xebatkarên çapemenîyê yên di girtîgehên desthilatdar û dagirkeran de ne.

Roja Rojnamegeriya Kurdî..122 sal ji têkoşîn û ragihandina rastiyê

Back to top button