Tevger û rêxistinên jinan ên Reqa êrişên li dijî herêmê şermezar kirin

Tevger û rêxistênên Jinan yên li bajarê Reqa û Tebqayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek dan û wiha gotin: Em weke rêxistinên jin heta dawiyê mê têkoşîn bikin û li himber Dewleta Tirka hov têbikoşin.

Tevger û rêxistênên Jinan yên li bajarê Reqa û Tebqayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê hat despêkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Dewleta Tirka dagirker bi belafirên bê mirovî û hemû çekên giran êrişî Bakur û Rojhelatê Sûriyê dike.

Bi hovetî êrişî binesaziya herêmê dike da ku jiyana xelkê herêmê tune bike û aramiya herêmê têk bibe.

Di encama van êrişên dij hiqûqî gel û zarok dibin qurban.

Dewleta Tirka riya çeteyên DAIŞ’ê didomîne û dixwaze tevahî herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyê dagir bike.

Wê tu kes nikare hevgirtina tevahî pêkhate û jinên herêmê têk bibe, heta dawiyê emê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.

Em weke rêxistinên jin heta dawiyê mê têkoşîn bikin û li himber Dewleta Tirka hov têbikoşin.

Rêxistinên jinan ên Tepqa êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Her wiha Tevger û rêxistênên Jinan ya li Tebqayê jî bi daxuyaniyekê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin.

rêxistinan diyar kir ku dewleta Tirka dagirker bi belafirên bê mirovî êrişên xwe yên li dijî gelê herêmê zêdetir kiriye.

Di encama van êrişan de bi dehan şehîd û birîndan çêbûn.

Dewleta Tirka dagirker herî zêde êrişî stasyonên kehrebe, av, û bitrolê dike dixaze binesaziya herêmê têk bibe.

Dewleta Tirka û hevkarên wê dixwazin şer û pevçûna li ser vê axî bê dawî bihêlin.

Lê ruxmî van êrişên dijmirovî hemû cîhanê çavên xwe girtîye.

Bila hemû dinya zanibe gelê ku li himber hemû şert û mercên giran, şer û dagerkeriyê ber xwe daye ti carî serî li himber Dewleta Tirka dagirker natewîne.

Li Silêmaniyê êrişên dewleta Tirk hat şermezarkirin

Back to top button