
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo da xuyakirin ku, “divê neyê hiştin Îran bi çi rêjeyê uranyomê dewlemend bike.
Mike Pompeo bi daxuyaniyekê anî ziman ku, divê dewlemendkirina Îran a uranyomê, di bin çi rêjeyê de be, neyê pejirandin.
Jixwe berî çend rojan, berdevkê Rêxistina Enerijiya Atomî Behroz Kemalwendî gefa dewlemendkirina uranyomê heta rêjeya 90% xwaribû.
Parlamenterê Îranî Ehmed Ferhanî jî da zanîn ku, “eger DYA cezayên darayî û petrolê heta 21 Sibatê raneke, ew ê venêrînerên Ajansa Navneteweyî ya Enerijiya Atomî ji Îranê biqewirînin.
Gef û daxuyaniyên Amerîkayê, hemwextî şîroveyên ku dibêjin: “dewlemendkirina uranyomê, ber bi ‘bombeyeke nuklerî’ ve diçe”, tên. Îran jî dibêje armanca wan, dûrî bidestxistina çeka nuklerî ye.