Rûspiyên navçeya Til Hemîsê: hêzên herêmî û derve li ser hesabê gelê sûrî bazaran dikin

Şêx û Rûspiyên navçeya Til Hemîsê diyar kirin ku ew heta dawî li pişta QSD’ê ne û bang li Rêjîma Sûriyê kirin ku dest bide Rêveberiya Xweser û komployên li ser Sûriyê têk bibin.

Buroya Têkiliyan a QSD’ê a navçeya Til Hemîsê, ji bo şîrovekirina geşedanên li herêmê civînek ji şêx û rûspiyên Ereb re çêkir.

Civîn li navenda Çandî ya navçeya Til Hemîsê pêk hat.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokraîk Mezlûm Koçer axivî û diyar kir ku rêjîma Sûrî di rewşa beriya sala 2011’an de îsarar dike û nayê masye diyalogê.

Her wiha Rûspiyê êla El-Tifîhîn Elî Mihemed diyar kir ku hêzên herêmî û navnetewî ji bo parastina berjewendiyên xwe li ser heasabê gelê Sûriyê bazaran dikin.

Elî Mihemed piştgiriya êla xwe ji QSD’ê re teqez kir.

RÛSPIYÊN NAVÇEYA TIL HEMÎSÊ:
BILA RÊJÎMA SÛRÎ DEST BIDE RÊVEBERIYA XWESER Û KOMPLOYAN TÊK BIBE

Rûspiyê êla El-Amûd a qebîleya Şemer jî diyar kir ku QSD’ê erka xwe bi cih anî. Lewma divê tevahiya pêkhateyên herêmê jî bi hev re rast bin, ji ber ku dewleta Tirk ne tenê kurdan dike hedef û destwerdana wî ya Lîbyayê jî mînaka vê yekê ye.

Li ser navê Êla Benî Seba jî bang li rêjîma Sûrî hat kirin ku destê xwe bide destê Rêveberiya Xweser da ku hemû komployên li ser Sûriyê têk bibin.

Êla Benî Seba piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re anî ziman û diyar kir ku di oxira vê axê de zarokên wan şehîd bûne.

Leave a Reply

Back to top button