Salvegera 23. a şehadeta Sema Yuce

Îro salvegera 23’yemîn a şehadeta Sema Yuce ye.. Koordînasyona PAJK’ê bi rêzdarî şehîd Sema bi bîr anî û destnîşan kir ku her gerîlayeke YJA Starê li ser xeta fedayî ya Sema, Gulan û Zîlanan dîrokê ji nû ve dinivîsînin.

Îro 17’ê Hezîranê, salvegera 23’yemîn a şehadeta Sema Yuce ye..

Bi vê boneyê Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) daxuyaniyek da û bi rêzdarî ew bi bîr anî û soz şopandina xeta şehîdan dubare kir.

Koordînasyona PAJK’ê eşkere kir “Hevrê Sema Yuce, kesayeta xwe ya pêşeng li ser hîmê felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ava kir.” û anî ziman “Di 23’emîn salvegera şehadeta hevrê Sema de tevgera azadiya Kurdistanê û bi taybet tevgera azadiya jinê, bi êrîşên qirker û planên nû re rû bi rû ne.”

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de gotina Sema ya ‘Çawa ku li Ezmanan du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin’ bi bîr xist û piştrast kir “Ev yek ji her militan û jina têkoşer re bûye çavkaniya ronahiyê.”

PAJK’ê eşkere kir “Her gerîlayeke YJA-STAR’ê bi xeta Sema, Gulan û Zîlanan dîrokê bi tîpên zêrîn ji nû ve dinivîsînin û niha şopdarên hevrê Sema, li tevahî Kurdistan û girtîgehên dewleta Tirk a faşîst di oxira jiyana azad de li ber xwe didin. ”

Koordînasyona PAJK’ê dawiyê tekez kir “Ew ê li hemberî êrîş û plana tunekirinê, xeta şehîdan û têkoşîna jin û ya gelan bi ser bikeve û dagirker wê li Kurdistanê têk biçe.”

Back to top button