​​​​​​​Kongreya Star Roja têkoşîna li dijî cinayetên li ser nasnameyên siyasî yên jinan ragihand

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê 23’yê Hezîranê wekî “Roja têkoşîna li dijî cinayetên li ser nasnameyên siyasî yên jinan” ragihand û bang li hemû jinan kir ku bi coşeşeke mezin tevlî rêzeçalakiyên di navbera 17-30 Hezîranê de bibin.

Koordînasyona Kongra Star li dijî êrişên qirkirina jinan 23’yê Hezîranê wekî “Roja têkoşîna li dijî cinayetên li ser nasnameyên siyasî yên jinan bi nav kir.

Bi vê boneyê pêngaveke çalakiyan ragihand û bernameya wê eşkere kir.

Kongra Star destpêka daxuyaniya xwe de Ş.Sema Yuce di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û ev tişt got:

Sema Yûce, di sala 1998’an de dema çalakiya xwe pêk anî, ji bo jinên Kurd û hemû Kurdan da nîşan ku li hember êrişên xayîntî, nûkerî û dijminane mifteya serkeftin û qezenckirinê sekna Kurdên bi rûmet û azadîxwaz e.

Çalakiya Sema Yûce, bi taybet li hember polîtîka û kiryarên li Başûrê Kurdistanê zerer û ziyanê didin yekîtî û welatparêziya Kurd, ji bo me vexwendina pêkanîna yekîtiya Kurd a demokratik û bi rûmet e.

Sema Yûce di peyamên xwe de dibêje:

Jin çirûskên agirê Kurd ên vemirî ne. Her jina ku bikare ji nû ve ji xweliya xwe bize û bikare bibe çirûska vî agirî, wê bibe raçînera Kurdistanê.”

Kongra Star: Em bang li jin û ciwana dikin ku tevlî pêngavê bibin

Kongra Star destnîşan kir ku êrîşa dewleta Tirk ya di 23’yê Hezîranê de li Kobanê pêk hat, ji cinayet û konseptên êrişên li cîhanê li ser nasname û seknên siyasî yên jinên zana dibin, xwe rêxistin dikin ne qut in û wiha domand:

Emê 23’yê Hezîranê wekî “Roja têkoşîna li dijî cinayetên li ser nasnameyên siyasî yên jinan dikin hedef” radigihînin.

Li ser vî bingehî emê pêngava xwe ya çalakiyan a di navbera 17- 30’ê Hezîranê de didin dest pêkirin. Pêngava me wê bi giranî li gundan bê meşandin. Wê nameyên Sema Yûce û Zeynep Kinaci bên xwendin, semînerên kesayet û tekoşîna wan vedibêjin bên dayîn, bajar bi bajar dê çalakî bên li darxistin û komxebata tundiya li ser jinê digire dest bê pêkanîn.

Dê di roja 23’yê Hezîranê li Kobanê, Şehba û Dêrikê merasîmên girseyî yên bîranîna şehîdên Helincê bên lidarxistin.

Koordînasyona Kongra Star herî dawî ev bang kir:

Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku bi awayekî çalak beşdarî pêngava me bibin.

Back to top button