Şadî Newzad: Ji bo şerê Kurd bi Kurd çê nebe,bivê yekdeng hebe

Bertekên li başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê roj bi roj zêde dibin.
Parlementera Serbixwe ya Başûrê Kurdistanê Şadî Newzad bang li gel kir bibin yek û li ber êrîşên li ser Başûr û derxistina şerê navxweyî rabin.
Endamê Rêveberiya YNK’ê û fermandarê Germiyan ya hêzên pêşmerge Mehmud Sengawî jî daxwaz ji serokeşîr û kesayetên hoza Caf kir ku hemû bi hev re di dijî şerê Kurd û Kurd ku PDK dixwaze derxîne, derkevin.
Tevgera Esayip Ehil El-Heq a Iraqê jî xemsariya hikûmeta Iraqê ya di warê parastina serweriya Iraqê de ku nekariye asmanên Iraqê ji êrîşên Tirkiyê biparêze fikarên xwe anî ziman.

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdisanê zêde dibin.

Parlementera Serbixwe ya Başûrê Kurdistanê Şadî Newzad, derbarê hewildanên derxistina şerê navxweyî navbera Kurdan de axivî.

Şadî Newzad got:

“Aramanca dewleta Tirk ji van êrîşan ne tenê Başûrê Kurdistanê ye, lê armanca wê dagirkirina tevayî Kurdistanê ye.

Li dijî van êrîşan pêwîst e em tev bi hev re bi yekdengî rê nedin şerê navbera Kurdan derkeve.”

Fermandarê Germiyan a hêzên pêşmerge: PKK’yî zarokên her çar parçeyên Kurdistanê ne

Endamê Rêveberiya YNK’ê û fermandarê Herêma Germiyan ya hêzên pêşmerge Mehmud Sengawî li gel hejmarek serokeşîr û kesayeten hoza mezin a Caf re rûnişt û bal kişand ser metirsiya derketina şerê navxweyî.

Mehmud Sengawî daxwaz ji serokeşîr û kesayetên hoza Caf kir ku hemû bi hev re di dijî şerê Kurd û Kurd rawestin û got:

“PKK’yî zarokên kêne? Zarokên her çar parçeyên Kurdistanê ne.”

Rojnamegerên Germiyanê bang li PDK’ê kir: Peyama karayilan cidî bigire

Rojnemegerên Herêma Germiyanê jî bal kişand li ser peyama Karayilan a diyalogê û gotin ku divê PDK gûh bide bangên Karayilan.

Rojnemegeran siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê rexne kir û gotin:

“Nabe were gotin PKK li Başûrê Kurdistanê çi dike. Ji ber ku ferq di navbera Bakur û Başûr de nîne û li her cihê Kurdistanê bin ji bo neteweya Kurd xebatê dikin.”

Şandeya Aştî û Azadî ya Navneteweyî bi serokê Tevgera Goran re hevdîtin kir

Şandeya Aştî û Azadî ya Navneteweyî xebatên xwe yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê didomîne.

Di vê çarçoveyê de li Silêmaniyê Şandeyê li Navenda Giştî a Tevgera Goran bi Serokê Tevgera Goran Omer Seyid re hevdîtin kir.

Li Çemçemala Silêmaniyê banga boykotkirina malên Tirk hat kirin

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer belavok belav kirin û banga boykotkirina malê Tirk kirin.

Di vê çarçoveyê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li herêmên Helebce, Germiyan û Raperîn ev du heftene boykota malê Tirk hatiye destpêkirin.

Esayib Ehil El-Heq: Armanca dewleta Tirk veqetandina Başûr ji Iraqê ye

Sekretereyê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El-Heq a Iraqî Qeys El-Xezelî di salvegera damezirandina Heşda Şabî de axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ser Başûrê Kurdistanê.

Qeys El-Xezelî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku veqetandina Başûrê Kurdistanê û bi Tirkiyê ve girêdana wê beşek ji planên Tirkiyê ye.

El-Xezelî ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê ya di warê parastina serweriya Iraqê de fikarên xwe anî ziman û got.

“Me çend caran ji bo parastina serweriya Iraqê ji bo hikûmeta Iraqê qala girîngiya avakirina sîstema parastina asmanî ya li dijî êrîşên hawayî kiriye, lê ti liv û tevgerên hikûmetê nebû û tiştek nekir.”

Back to top button