SHOR: 2 çete di topbaran hêzên hikûmeta Şamê de hatin kuştin

Li Idlibê şer û pevçûna gûrtir dibe, 2 çete di toparana hêzên hikûmeta Şamê de, hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, vê sibehê dîsa hêzên hikûmeta Şamê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî çavdêriyê, di topbarana li ser Ebdîta de, 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û hin jî birînar bûn.

Hemwextî topbaranê, balafirên şer û keşfê li ser çiyayê Zawiyê digeriyan.

Her wiha hêzên hikûmetê erebeyek sivîlan li Rojhilatê Zeyadiyê li sehil El-Xab kirin armanc. Lê ti agahî li ser windahiyên mirovî nehat bidesxistin.

Heman çavkaniyê destnîşan kiribû ku duh gelek mûşekên hikûmetê li derdora nuqteyên dagirkeriya Tirk li gundê Sercê ketin.

Dagirkeriya Tirk jî bersiva êrîşan da û gelek nûqteyên hikûmetê armanc kirin.

Back to top button