Saziyên Civaka Sivîl ên Reqayê banga vekirina Deriyê Til Koçer kirin

Nerazîbûnên li dijî biryara NY ya derbarê girtina deriyên Til Koçer de dewam de dikin.
Saziyên Civaka Sivîl ên Reqayê girtina Deriyê Til Koçer şermezar kirin û bang li civaka navnetewî kir ku rewşa mirovî ya welatiyên herêmê li ber çavan bigire.

Di 9’ê Tîrmehê de, Konseya Ewlekariyê ya NY’yê derbaskirina alîkariyên mirovî di riya Deriyê Til Koçer de red kir, bêyî ku rewşa 5 milyon kes ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, li ber çavan bigire.

Nerazîbûnên gel li dijî biryara NY ya derbarê girtina deriyên Til Koçer de dewam dikin.

Li Reqayê, Saziyên Civaka Sivîl bi daxuyaniyekê girtina Deriyê Til Koçer şermezar kir.

Bi dehan endamên Saziyên Civaka Sivîl li Reqayê li pêşiya avahiya saziyê kom bûn û daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de biraya NY ya girtina Deriyê Til Koçer hate şermezarkirn û hate gotin ku ji ber vê biryarê bi milyonan kes û bi taybetî koçberên li kampan dimînin, zirarê dibînin.

Di daxuyaniyê de ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate xwestin ku rewşa mirovî ya welatiyên herêmê li ber çavan bê girtin û deriyê Til Koçer ji bo alîkariyên mirovî bê vekirin.

Back to top button