Îro kesayeta welatparêz û bavê 3 şehîdên YPG’ê Seîd Wadî Şakir koça dawî kir.
Seîd Wadî Şakir ê 10 salan êşa nexweşiya dil kişand, di 67 saliya xwe de wefat kir.
Ew bi eslê xwe ji gundê Efrît ê Dibêsiyê ye û bavê 6 zarokan e.
Ew bi Bavê Idrîs dihat naskirin.
Li bajarê Hesekê navdar e.
Tevgera rizgariya Kurdistan salên 1980’î de nas dike û jiyana xist xizmeta welatê xwe.
Wê çaxê û di dema tevgerên Kurdî qedexe bûn, li Hesekê karê Cebhewî kir û zarokên xwe li ser vê bingehê mezin kir.
Seîd Şakir, bavê 3 şehîdên YPG’ê ye..
Idrîs û Şahîn bi hev re piştî rizgarkirina Şedadê sala 2016’an û Mihemed jî piştî nexweşiya 2 mehan şehîd bûn .
Kesayeta navdar îro li goristana gundê Sorsorkê yê Dirêbisyê oxirkirin.