Cenazeyê şehîd Samir El-Elî li Hesekê hat oxirkirin

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Samir Mihemed El Elî bi merasîmekê oxir kirin.

Samir Mihemed di 26’ê Kanûnê, dema erka xwe ya leşkerî li Dêrazorê pêk dianî şehîd bûbû.

Îro, Merasîma oxirkirina şehîd li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbetên Şehîdan a Hesekê Bedrî Hewale axivî û got: “Van şehîdan ji bo em bi rûmet û aştî bijîn canê xwe feda kirin, wan destanên lehengiyê ji bo xatirê gelên herêma xwe nivîsandin.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Ebdusetar Ehmed jî axivî û got: “Bi saya fedekariya van şehîdên me mezintirîn rêxistina terorîst a DAIŞ’ê têk bir..”

Paşê wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şêniyên Minbicê Şehîdên meha Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarên wê, şehîdên meha Mijdar û Kanûnê şehîd bûne bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de axftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiyê de mûm li ser gora şehîdan hatin vêxistin.

Back to top button