Malbatên Şehîdan: Wêrankirina goristana şehîdan a Serêkaniyê bêexlaqî ye

Li herêma Cizîrê Meclisên Malbatên Şehîdan veguherandina goistana şehîdan a Serê kaniyê wek navendeke leşkerî şermezar kirin û diyar kirin ku ev kiryar dijmirovî ye.

Meclisên Malbatên Şehîdan li navçe û bajarên Herêma Cizîrê bi daxuyaniyên cuda veguherandina goristana şehîdan a Serê kaniyê ji bo perwerdeyên leşkerî ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve, şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan daxuyaniyek da.

Meclisê diyar kir ku şehîd nirxên şoreşê ne, wan di oxira rizgarkirina xakê de canê xwe da, her wiha soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê jî daxuyanî dan û diyar kirin ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê jî daxuyaniyek da.

Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê jî bi daxuyaniyekê hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî şermzar kiriin.

Meclisên Malbatên Şehîdan ên navçeyên Til Koçer, Çil Axa û Til Berak ên kontona Qamişlo jî der barê mijarê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de vegerherandina gorisitan şehdîan bi navendek perwerdeya leşkerî hate şeremzarkirin..

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev sûc derexlaqî û dermirovî ne.

Li navçeya Til Temir û Şedadê li ser mijarê daxuyanî ji aliyê Malbatên Şehîdan hatin dayîn.

Back to top button