Çeteyan goristana şehîdan a Serê Kaniyê veguherandiye cihê perwerdê

Çeteyên dewleta Tirk goristana şehîdan a li Serê Kaniyê veguherandine navendeke leşkerî.
Li Efrîna dagirkirî jî zêdetirî 450 darên zeytûnan hatin birîn û li bazaran hatin firotin.

Li ser maleperên çeteyên dewleta Tirk wêneyek hate parvekirin, di vî wêneyî de dixuyê ku Goristana Şehîdan a Serê Kaniyê hatiye rûxandin û çeteyan ew veguherandiye navendeke perwerdekirina çeteyan.

Birîna daran li Efrînê dewam dike

Li Efrînê jî heman hovîtî dewam dike.

Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Sultan Mûrad û Semer Qend zêdetirî 250 darên zeytûnan birîn.

Ev darên ku hatin birîn jî milkên welatiyên bi navê Subhî Reşo ji gundê Gemrok ê Şera, Ehmed Reşîd û Reşîd Hiso ji gundê Kefer Sefra yê Cindirêsê ne.

Her wiha çeteyên Siqûr Elşemal jî beriya 10 rojan 200 darên zeytûnan ku milkê welatiyên gundê Bêlan ê navçeya Bilbilê ne birîn.

Çete milkên welatiyan ên hatine desteserkirin difroşin

Li taxa Eşrefiyê ya Efrînê jî çeteyan du xaniyên Efrîniyan bi 2100 dolarî firotine.

Hate diyarkirin ku ev xanî milkên du welatiyên ji gundê Qermtlax û Qîbarê yên gundewarê Efrînê ne.

Back to top button