Çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîdê li Mexmûrê di roja 18’an de berdewam dike
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Apo çalakiya nobetê ya dorveger ev 18 rojin dest pê kirine.
Îro koma 18’emîn nobet dewir girtin.
Li ser navê komê Wesîle Gabarî axivî û diyar kir heta Rêber Apo azad nebe, wê gel li ser linga be û ev bang kir:
“Werin em destê xwe bidin destê hevdû û çalakiyan bikin. Wê serkeftin bibe ya me.’