HRE’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê jî nasnameyên 2 şervanên xwe ku di Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûn, eşkere kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê jî bi daxuyaniyekê nasanemyên 2 şervanên xwe ku di Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kir.

Hêzên Rizgariyê ragihand ku 15’ê Kanûnê li herêma Efrînê di navbera hêzên wan û leşkerên dewleta Tirk de pevçûn çêbû.

Hat ragihandin di encama wê pevçûnê de 2 şervanên wan şehîd bûn.

Hêzên Rizgariyê anî ziman ku her du hevalên wan ji kêliya ku tevlê bûne û heta dawiyê bi rihekî fedekar li hemberî dagirkeran li ber xwe dan.

Di dawiyê de sersaxî ji malbata her du şehîdan re hat xwestin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne,

Mistefa Muslim Bi nasnav Birûsk Şehba, 15’ê Kanûna 2020’an di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû.

Mihemed Hebeş bi nasnav Zinar Gabar, 15’ê Kanûna 2020’an di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû.

2 şervanên HRE’ê li Şehbayê hatin oxirkirin

Ji bo oxirkirina her du şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê jî merasîmek li Şehbayê hat li darxistin.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêvebeirya Xweser a Herêma Efrînê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malabtên sehîdan re xwestin.

Di dawiyê de cenazeyê her du şehîdan bi dirûşmeyan hat oxirkirin.

Back to top button