YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Ferhad Efrîn ku di encama krîza dil de şehîd bûye, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Ferhad Efrîn eşkere kir.

YPG’ê ragihand ku şervanê wan Ferhad Efrîn 16’ê Kanûnê li bajarê Helebê di encama krîza dil de şehîd bû.

YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Ferhad di nava refên têkoşînê de erkên ku diketin ser milên wî, bi biryardariyeke mezin bi cih anî.

YPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîd wiha ye,

Hisên Îbiş bi nasnav Ferhad Efrîn, li gundê Remedanê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji dayik bûye, 16’ê Kanûna 2020’an li Helebê şehîd bû.

Back to top button