HPG: li Heftenînê 6 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li Heftenînê li leşkerên Tirk yên dagirker xistin û di encamê de 6 leşkerên dagirker hatin kuştin. 

 

Gerîlayên HPG’ê li bakur û başûrê Kurdistanê çalakiyên li dijî artêşa Tirk ya dagirker didomînin û derbên giran li dagirkeran didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand, 15’ê Kanûnê gerîlayan ji du baskan ve li Heftenînê çalakî li dijî artêşa Tirk ya dagirker lidarxistin û di encamê de 6 leşker hatin kuştin.

HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê li qada Bektorya ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li Girê Koordîneyê ji du baskan ve çalakî kirine û ev agahî parve kir;

“Baskê pêşî yê çalakiyê kozika ku 4 dagirker tê de bûn kir hedef. Ev kozik li gel dagirkerên tê de bi temamî hatiye rûxandin. Dema çalakiyê kozika çeka A4 ku dixwest destwerdanê li hêzên me bike ji hêla baskê duyem yê çalakiyê ve bûye hedef, kozîk û li gel du dagirkerên tê de hatine îmhakirin.”

HPG’ê diyar kir di vê çalakiyê de 1 çeka A4 û 2 kozik hatine îmhakirin, kozikekê derb xwariye û berbiçav 6 dagirker hatine kuştin.

Back to top button