Gerîla TV dîmenên 2 çalakiyên hewayî yên gerîla weşand

Gerîla TV jî dîmenê 2 çalakiyên gerîla yên hewayî ku lidarxistin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê vê çalakiyê de jî daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;

“Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 11’ê Kanûnê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî baregeheke qereqola Girê û heman rojê li Heftanînê li qada Bektorayê li dijî dagirkerên li Girê Koordîne bi amûrên hewayî yên bêmirov çalakî kirine. Di encama du çalakiyan de hedefên ku hatine diyarkirin derb xwarine û çalakî bi rengekî serketî bi encam bûne.”

Back to top button