Partiya herêmên demokratîk DBP a Amedê 7. kongreya asayî li dar xist

Di 7. kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk DBP a Amedê de banga azadiya Rêber Apo hate kirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz got, ji bo Rêber Apo bi rola xwe ya aştiyê rabe divê tecrîd were rakirin.
Kongre bi hilbijartina Hevserokên DBP’ê ên nû yê Amedê bi dawî bû.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê 7’emîn Kongreya Asayî lidar xist.

Partiyên Tifaqa Kurdistanî û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî kongreyê bûn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û îşaret bi girîngiya kongreyê kir.

Salîha Aydenîz: Ji ber gelê Kurd pergala xwe ava dike rastî êrişan tê

Saliha Aydenîz diyar kir ew di serdemekî krîtîk de kongreya xwe li dar dixin û wiha got:

Li dijî aloziya ku pergala kapîtalîst afirandiye, gelê kurd pergala xwe ava dike.

Lewma hîn bêhtir rastî êrişan tê.”

Aydenîz: Dewleta Tirk li Kurdistanê bi rola Îsraîlê radibe

Aydenîz anî ziman heman êrişên Îsraîl li Filistînê dike, dewleta Tirk a dagirker jî li dijî Rojava pêk tîne û wiha dewam kir:

“Yên ku ji bo Filistînê dengê xwe derdixînin, li dijî êrişên ser Rojava bêdeng in.

Dewleta Tirk li Kurdistanê bi rola Îsraîlê radibe.”

Bi domdarî Salîhayê polîtîkaya tecrîdê a li dijî Rêber Apo û binpêkirinên li girtîgehan nirxand.

Salîha Aydenîz: Divê her kes li dijî tecrîda li Îmraliyê rabe

Saliha Aydenîz destnîşan kir ku ji bo Rêber Apo bi rola xwe ya aştiyê rabe divê tecrîd were rakirin û ev bang kir:

Azadî û demokrasiya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi aştiyeke birûmet pêkan e.

Nifteya vê jî di destê birêz Abdullah Ocalan de ye.

Di serî de rewşenbîr û nivîskar, banga me li her kesî ew e ku li dijî tecrîda li Îmraliyê rabin.

Kongre bi hilbijartina hevserokên nû yê Amedê bi dawî bû

Piştî axafinan, raporên darayî û xebatan hatin xwendin.

Piştre jî Sûltan Yaray û Mehmet Şîrîn Gurbuz weke Hevserokên DBP’ê ya Amedê hatin hilbijartin.

Back to top button