Ji ber Corona..Trump, alîkariya darayî bo “WHO” radiwestîne

Piştî hefteyek di ser gefên wî re derbas bû, Serokê Amerîkayê Donald Trump, êdî biryara rawestandina alîkariya darayî bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, da. Trump diyar kir, ku Rêxistin di warê pêşkêşkirina agahiyên der barê Corona de, bi bin ket. 

Serokê Amerîkî teqez kir ku, “eger Rêxistinê, di destpêka derketina vîrûsê de, pispor şandibana Çînê, dibe ku vîrûs kontrol kiriba”.

Trump, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî bi mirina hezaran kes tawanbar kir û li gorî wî, Rêxistinê ti girîngî neda rêkarên giştî yên li dijî vîrûsê.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guteres, ev biryara Trump rexne kir, ku biryara qutkirina alîkariyan di demeke wisa de, ne di cihê xwe de ye.

Hefteya borî Trump, bi tundî êrîşî Rêxistinê kiribû û bi twîttekê gefa rawestandina alîkariya daryî lê xwaribû.

Tê zanîn, di 2019an de, Amerîka 400 milyon dolar dabû Rêxistinê.

Back to top button