KNK: Em hêvî dikin, ev cejin bibe bingeha aştiyeke mayînde

Îro Çarşema sor e, Çarşema serê Nîsanê û Cejna Kurdistanê ye. Bi vê boneyê KNK’ê,Çarşema Sor li civaka Êzidî, li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz kir. Aliyan hêvî kir ku ev cejn bibe kilîta aştî, aramî û jiyana hevbeş a di navbera gelên herêmê de. 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, bi boneya cejna Çarşema Sor daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK’ê, cejna Çarşema Sor li tevahî gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz kir û diyar kir, “ev cejn li gorî wateya nirx û pîroziyên dîrokî, olî û civakî wê bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyeke mayînde di nava gelan de”.

KNK’ê mixabîniya xwe anî ziman ku “ji ber vîrûsa Coronayê, gel wê nikaribe mal bi mal bigere û awayekî girseyî cejna xwe pîroz bike, lê her çi dibe bila bibe, dîsa cejn wê bi wateya xwe bê pîrozkirin”.

Back to top button