Wezareta Hundir a Misirî: 7 endamên şaneyeke terorîst, li herêma Emîriya hatin kuştin

Wezareta Hundir a Misirî ragihand ku şaneyeke terorîstî li herêma Emîriya hat têkbirin. Di encamê de 7 endamên şaneyê hatin kuştin û efserekî ewlekariyê jiyana xwe ji dest da. 

Duh, wezaretê bi daxuyaniyekê diyar kir ku “şaneyeke terorîstî ku li rojhilat û başûrê Qahîreyê xwe bi cih dikir, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Niştimanî ve hat têkbirin”.

Di encama pevçûna bi şaneyê re jî, 7 terorîst û efserekî Ewlekariyê hatin kuştin û 2 endamên polîsê jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, 10 çekên nêçîrvaniyê û komeke mezin a cebilxaneyê bi terorîstan re hatin girtin û depoyeke çek û teqemeniyên wan, li herêma Metriyayê hat armanckirin.

Back to top button