Aloziya sotemeniyê li Şamê

Piştî biryara hikûmeta Şamê ya daxistina miqdarên sotemeniyê bo navgînên veguhastinê yên taybet û giştî, bajarê Şamê pûçbûneke mezin di tevgerê de dijî.
Li gaziyên sotemeniyê, sivîl tevî erebeyên xwe bi rojan dimînin, da çend litirên benzîn an mazotê bi dest bixin.

Paytexta Sûriyê Şam, hemdemî nekarîna hikûmetê ya çareserkirina qeyrana Sûriyan, di rewşeke aloz re derbas dibe.

Li Şamê piştî biryara hikûmeta ya kêmkirina dana sotemeniyê bo erebeyan, tevgera navgînên veguhastinê digel pûçbûneke mezin rû bi rû bûye.

Sivîl bo bidestxistina çend litir mezot û benzîn, bi rojan li ber gaziyan radiwestin.

Li Şamê, qeyrana sotemeniyê ne cara yekê ye, lê belê di dema dawiyê de ji ber daxistina parên erebeyên giştî û teybet, gur bûye.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan di vê derbarê de dibêje:

“Bi sedan erebeyên sivik û giran, bi rojan li ber gaziyan li ser dorê dimînin, da depoyên xwe dagirin.”

Hemû sektor bi hev bandor dibin.

Nebûna veguhastinê hemdemî bihabûna kirêyên navgînên taybet, hiştiye ku karmend û xwendekar zehmetiyeke mezin bikêşin.

Hikûmetê rêjeya dagirtinê bo navgînên veguhastinê daxistiniye 5 ji sedî

Hikûmeta Şamê berî 2 rojan, miqdarên dagirtina benzînê bo erebeyên taybet û giştî daxiste rêjeya 5 ji sedî, anku her 7 rojan, 20 litir digihîje her erebeyeke taybet.

Her wiha erebeyên giştî û yên ku li ser xeta Libnan û Urdinê dixebitin, her 4 rojan, 20 litirî tenê bi dest dixin.

Di heman demê de, hikûmetê biryar daye ku miqdarên mazotê bo foksan heya demeke nediyar werin rawestandin.

Biryarên hikûmetê, li ser Şamê tenê tên sepandin.

Hikûmeta Şamê heya niha ti gavên çareseriyê bo krîzên herêmên li jêr kontrola xwe, neavêtine, li hember vê yekê, herêmên Rêveberiya Xweser bi qasî Şamê, êşê nakişînin û qeyranên bi vî rengî li wan peyda nabin.

Back to top button