Ehmed Ewnî: Rêjeya belavbûna vîrûsa Corona li herêmê zêde bûye

Endamê rêveber ê Navenda çavdêriya tendursiyê ya Kobanê Ehmed Ewnî Bozan diyar kir ku li herêma Firatê rêjeya belavbûna vîrûsa Corona û jimara pêketiyan roj bi roj zêde dibe. Ehmed Bozan bang li Rêveberiya Xweser kir ku qedexeya beşî yan a giştî ferz bike.

Li herêma Firatê rêjeya belavbûna vîrûsa Corona û jimara pêketiyan roj bi roj zêde dibe.

Endamê rêveber ê Navenda çavdêriya tendursiyê ya Kobanê Ehmed Ewnî Bozan derbarê belavbûna vîrusê li herêma Firatê ji ANHA’yê re axivî û got:

Ev derdora du hefteyan e, dîsa hejmara pêketiyên vîrusê û kesên ku ji ber wê jiyana xwe ji dest didin, zêde bûye û di vê hefteyê de, test ji 147 kesan re hatiye çêkirin û ji wan 17 kes bi vîrusê ketibûn.

Ehmed Ewnî piştrast kir ku ev pêvajoya belvabûna gelek xetere û xweparastin pêwîst dike, her wiha hêvî kir ku şênî xwe biparêzin.

Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusê, Endamê rêveber ê Navenda çavdêriya tendursiyê ya Kobanê bang li Rêveberiya Xweser kir ku qedexeya beşî yan a giştî ferz bike.

“Divê em xwe û malbatê ji vîrûsê biparêzin”

Girêdayî heman mijarê, şêniyên Kobanê bang li hemû şêniyan kir ku ji cihên qerebalix dûr kevin, xwe û malbata xwe ji vîrusê biparêzin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jimara pêketiyên vîrusa coronayê heta niha gihiştiye, 10 hezar û 179 nexweşan û Rêveberiya Xweser jî, bi derfetên xwe heta niha li hemberî vîrusê li ber xwe dide.

Beriya demekê jî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa piştrast kiribû ku ne dûr e qedexeya giştî yan jî beşî were ferzkirin.

Back to top button