Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehadeta endamekî xwe ragihand.
Asayişê diyar kir ku Cuma Hiso dema erka xwe ya pîroz li hember xaka xwe û gelê xwe pêk dianî, di encama krîza dil de şehîd bû.
Di daxuyaniyê li ser kesayeta şehîd wiha hat gotin:
“Şehîd Cuma yek ji kevintirîn endamên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.
Endamekî bi hemû hêza xwe kar û xebata xwe bi cih dianî.
Di rêwîtiya xwe de hezkirina welat di dilê xwe de hilgirtibû.
Hevale me Cuma Hiso mirovekî dilsoz û girêdayî bû.
Ji bo axa xwe biparêze ked û hewldanê mezin da.
Şehîd Cuma bi hemû dilpakiya xwe û bi cesaret erka xwe pêk dianî.
Hevalê me Cuma Hiso di encama krîza dil de şehîd bû em ji malbat û gelê xwe yê welatparêz re sersaxî dixwazin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya endamê asayîşê wiha ye:
Nav û paşnav: Cuma Hiso
Navê Bav: Osman
Navê Dayikê: Fatê
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Amûdê 1/6/2012
Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê 4/1/2024
Rêveberekî Asayîşê li Dêrezorê di êrişa çeteyên nenas de şehîd bû