Li Tûnisê hilbijartina giştî pêk hat.
Di tûra duyemîn ya hilbijartinê ku doh pêk hat de, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 11,3 bû.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Tûnisê Faruk Buasker piştî bidawîbûna pêvajoya dengdana tûra duyemîn a hilbijartinên giştî yên pêşwext civîna çapemeniyê li dar xist.
Buasker, diyar kir ku di pêvajoya dengdayînê de ti pirsgirêk derneketine û wiha got:
“Li hemû sindoqên ku li tevahiya welêt hatin vekirin xebatên dengdanê bê pirsgirêk bi dawî bû.
Ji 7 milyon û 853 hezar û 447 hilbijêrên qeydkirî 887 hezar û 638 hilbijêr beşdarî dengdayînê bûn.
Ji sedî 11,3 gel çû ser sindoqan
Li gorî van jimaran rêjeya beşdarbûnê ji sedî 11,3 ye.”
Tûra yekemîn 17’ê Kanûna 2022’an pêk hatibû.
Li 131 herêmên hilbijartinê, 34 ji wan jin 262 namzet ji bo parlamenteriyê ketibûn pêşbaziyê.
Di tûra yekem de tenê 23 namzed karîbûn derbasî parlementoya 161 kursî bibin.
Pêvajoya dengdayînê ya ku li gor saeta herêmî saet 08.00an li seranserê welêt despêkirî, saet 18:00’an bi dawî bû.
Hilbijêran li 10 hezar û 12 sindoqên ku li 4 hezar û 222 navendên hilbijartinê hatibûn danîn, dengê xwe bikar anîn.
Hat ragihandin ku encamên nefermî yên dawî ji hilbijartina pêşwext tê payîn 1’ê Sibatê û encama dawî jî 4’ê Adarê bên eşkerekirin.
Li Tûnisê sîstema hilbijartinê ya du tûran
Li gorî qanûna nû ya hilbijartinan ku sala borî ji aliyê Serokomar Qays Seîd ve hatibû ragihandin, hejmara kursiyên parlamentoyê ku berê 217 kursî bû, 10 ji wan derveyî welat daxist 161’î.
Li gorî qanûna nû ku sîstema hilbijartinê ya du tûran qebûl dike, namzed ji bo ku di tûra yekem de wek parlamenter bên hilbijartin, divê ji nîvê zêdetir dengan bistînin.
Li herêmên ku ev rêjeya dengan nayê bidestxistin, hilbijartinên tûra duyemîn tê kirin ku her du namzetên ku herî zêde dengan bistînin wê beşdar bibin.
Piştî beşdarbûna kêm a “rekorê” di hilbijartinan de, partiyên muxalefetê bi hinceta ku Qays Saîd meşrûiyeta xwe winda kiriye, banga lidarxistina hilbijartina serokomariyê kirin.
15’ê Îlona 2022’an Serokomarê Tûnisê Seîd, biryara hilbijartina giştî ya pêşwext dabû.



