Bi dronan êrişî kargeha leşkerî ya Îranê hate kirin

Li nêzî bajarê Îsfehanê li dijî tesîseke hilberînê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Îranê êrîşek bi balafirên bê mirov pêk hat.
Di êrîşê de kuştî û birîndar çênebûne.
Piştî êrişê çav zivirîn li ser Îsraîl ê.

Li nêzî bajarê Îsfehana Îranê li dijî tesîseke pîşesazî ya leşkerî bi balafirên bêmirov êrîşek hatiye lidarxistin.

Wezareta Parastinê ya Îranê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê diyar kir ku di êrişê de 3 balafirên bêmirov hatine bikaranîn.

Yek ji van balafiran bi topên dijî hewayî û herduyên din, bi sîstema parastina asmanî hatiye bêbandorkirin.

Wezaretê her wiha ragihand ku êrîşa roja Şemiyê li gorî saeta herêmî saet 23.30’an pêk hat, di hilberînê de tu astengî derneket.

Endamê parlemana Îranê Mihemed Hesen Asaferî, ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re got,

Bi vê êrişê, “dijber û dijminên Îranê” hewl didin ku hêza berevanî ya welêt têk bibin.

Ji Tehranê heta niha ti daxuyaniyeke fermî derbarê berpirsên wê êrîşê de nehatiye dayîn.

Lêbelê, Îran gelek caran piştî van êrîşan dijminê xwe yê mezin Îsraîlê sûcdar dike.

Berpirsên Îranî carna van êrîşan bi peymana nukleerî ya di navbera dewletên rojavayî û Îranê ve girêde.

Li gorî Tehranê armanc sînordarkirina çalakiyên peymana nukleerî ye.

Berê jî gelek caran berpirsên Îsraîlî ragehandibûn ku eger rêkeftin têk biçe û Îran bigihe hêza berhemanîna bombeya etomî, dibe ku li wî welatî li hin armancan bixe.

Çapemeniya Îsraîl: Destê Amerîka di êrişê de nîne

Li aliyekî din li gorî çapemeniya Îsraîlê, ti têkliya Waşîngtonê bi êrişê re nîne.

Di nûçeya Rêxistina Weşana Giştî ya Îsraîlê (KAN) de daxuyanîya rayedarekî Amerîkî ku navê wî nehate zanîn jî cih girt.

Berpirsê Amerîkî got:

“Ti têkliya Amerîka bi êrişa li Esfehanê re nîne.”

Di demekî ku li ser mijarê ti daxuyanî ji Îsraîlê nehatin de, pisporan bal kişandin ser kapasîteya Mossad a operasyonên xalên dûr û dirêj.

Beriya niha jî hatibû îdiakirin ku Mossad ê, Tîrmeha 2020’an êrişî tesîsên nukleerî yên Natanzê, Nîsana 2021’an êrişî navenda heman rêxistinê ya li devereke cuda û Hezîrana 2021’an jî êrîşî tesîsa nukleerê ya li Karazê kiribû.

Ukrayna: Fikra şer berhem û kujer e

Rêveberiya Kîevê ya Îran bi piştevaniya balafirên bêmirov bo Rûsyayê sûcdar dike li ser êrişa li Esfehanê xemsar nema.

Şêwirmendê Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, Mixail Podolyak di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got,

“Mantîka şer hovane û kujer e.

Ew ê ji kesên ku şer afirandiye û hevkarên wî bi tundî hesab bipirse.”

Back to top button