Endamê Baroya Romayê Mario Antonio tecrîda li dijî Rêber Apo nirxand

Parêzerê ji Îtalyayê û endamê delegasyona navnetewî ya li dijî tecrîdê Mario Angelelli û diyar kir ku ew komploya li dijî Rêber Apo wek “rûpelek reş” dinirxîne û got:
“Divê mirovahî Ocalan biparêze. Ocalan mifteya gihandina aştiyê ye.”

Şandeyekî ji Delegasyona navneteweyî ku li dijî tecrîdê hate avakirin, hatibû Tirkiyê.

Endamên delegasyonê dabeşî 3 şandeyan bibûn û li bajarê Amed, Stenbol û Enqereyê dest bi hevdîtinan kirin.

Di navbera 25-27’ê Çile de endamên şandeyê, li gel gelek nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî civiyan.

Endamê Baroya Romayê ya Îtalyayê parêzer Mario Antonio Angelelli ku di nava delegesyonê de cih girtiye, derbarê komployê û tecrîdê de pirsên ajansa mezopotamyayê bersivand.

Parêzerê Îtalî Mario Antonio: Komploya 15’ê Sibatê rûpelek reş a dîrokê ye

Antonio ewil li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo axivî û ev yek got:

“Bi dîtina min ew rûpelek reş e di dîroka me de.

Ji ber ku bi pêvajoya komployê Ocalan ji Rûsyayê hat Îtalyayê.

Gelê Îtalyayê Ocalan wekî nûnerê gelê kurd nas kir.

Ji ber ku Ocalan rêberê gelên biyanî bû, hatina Îtalyayê ji bo Ocalan girîng bû.”

Antonio bi bîr xist ku derxistina Ocalan ji aliyê hikûmeta Îtalyayê ve hat pêşniyarkirin û wiha axiaftina xwe domand:

Ev pêşînyara Îtalya jî bi zextên dewletên mîna Amerîka û Almanyayê hat kirin.

Ji aliyê Tirkiyê, ji aliyê Amerîka û hem jî ji Îsraîlê zext li Îtalyayê hat kirin.”

Mario Antonio: Em beriya her tiştî azadiya Ocalan dixwazin

Derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo de jî Parêzer Mario Antonio ev nirxandir kir:

“Abdullah Ocalan îhtîmala cîhanek dadperwertir, aştiyane û dewlemendtir pêşkêş dike.

Divê ku ew azad bibe.

Lê belê Ocalan di nava şert û mercên ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike de nîne û tê girtin.

Em beriya her tiştî azadiya wî dixwazin.”

Parêzer Îtalî Mario Antonio: Ocalan mifteye ku aşitî pêk were

Endamê Baroya Romayê ya Îtalyayê parêzer Mario Antonio diyar kir ku divê civaka navneteweyî ji bo azadiya Ocalan seferber bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir::

“Kampanyaya navneteweyî pir girîng e.

Gelek kes difikirin ku Ocalan, Mandêlayê nû ye.

Divê têkoşîn bidome, qale tecrîdê bê kirin, li dijî tecrîdê parêzerên saziyên Îtalya û Ewropayê xebatê bimeşînin.

Abdullah Ocalan nûnerê gelê kurd e û mifteya aştiyê ye.”

Back to top button