Ji ber bager û bahoza li DYA bêtirî 100 kes mirin

Li DYA bahoz û bagerên radibin, li 6 eyaletî jiyan tevizanidye.
Li eyaleta Kentucky bêtirî 100 kes mirin.
Serokê DYA Joe Biden ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest û rewşa awerte li herêmê ragihand.
Xebatên xelaskirina kesên di bin kavilên avahiyan de mane jî didome.

Me herî kêm mirina 80 kesî ya di bagerê de piştrast kiriye.

Ev yek ji bagerên herî wêranker yên di dîroka eyaletê de ye.

Em bifikarin ku jimara kesên mirî ji 100 derbas bike.

Ji 11’ê Kanûnê û heta îro di xebatên lêgerînan de ti kesên winda sax ne hatine dîtin.

Walî Beshear anî ziman ku li ser rêya 365 kîlometreyî ya tofanê ti avahiyên ku zirar nedîtine tune ne.

Ev bûyerên xwezayî di werza bihar û havînê de li DYA rûdidin.

Ji 10’ê Kanûnê ve li eyaletên DYA bêtirî 30 bager rabûne.

Ev 3 rojin li herêmê xebatên lêgerîna kesên winda dewam dikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku eyaleta Kentucky ya ku herî zêde ji bagerê bandor bûye wek herêma felaketê hat ragihandin.

Biden ê ku ji bo miriyan peyama sersaxiyê parve kir got, ew bi waliyên eyaletê re xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.

Li Kentucky rewşa awarte hat ragihandin.

6 sanî dimen biherikêne

Di heman demê de, fikarên mirina bi dehan karkerên li kargeha mûman a li bajarê Mayfield hene.

Walîtiyê diyar kir ku di kargehê de zêdeyî 100 kes hene.

8 sanî dimen biherikêne

Tevî ku heta niha 40 kes ji kargehê hatine rizgarkirin jî 60 kes jî winda ne.

Li Îllinoîsê banê embareke Amazonê hilweşiya.

Hat ragihandin ku karkerên di depoyê de asê mane.

6 karkeran jiyana xwe ji dest dan, lêgerîna karkerên din jî didome.

Hat diyarkirin ku dibe ku di embara Amazonê ya hilweşiyayî de gelek birîndar hebin.

Servîsa Meteorolojiyê ya Neteweyî ya Amerîkayê ji bo eyaletên Arkansas, Tennessee, Missouri, Kentucky û Illinoisê hişyarî da.

Back to top button