Qeter û Siudî careke din sînorên xwe ji bo hev vekir

2017’an ji ber rewşa li kendavê di navbera Erebîstana Siudî û Qeterê de alozî derketibû. Erebîstana Siudî, Misir û beşek ji welatên din ji ber têkilya Qeterê ya bi komên terorîst re helwest nîşan dabûn.

Vê yekê jî hişt ku Siudî sînorê xwe yê bi Qeterê re bigre. Beriya civîna Konseya Hevkariya Kendavê alî careke din nêzî hev bûn û peymanek ya vekirina dergehên sînor hate îmzekirin.

Erebîstana Siudî û Qeter piştî aloziya 2017’an careke din nêzî hev dibin.

2017’an ji ber alîkariya Qeter ya bi komên terorîst re, Erebîstana Siudî, Misir, Îmarat û Bareyn hemû têkliyên xwe yên dîplomatîk yên bi Qeterê re qut kiribûn.

Bi vê yekê re ambargoyek siyasî û aborî li ser Qeterê hatibû ferzkirin.

Lê hikumeta Doha ev tewanbarî red kiribû.

Kuwêyt û DYA ji bo ev aloziya li herêma kendavê bi dawî bibe, navbeynkarî dikirin.

Ji bo vekirina sînorê bejahî, deryayî û hewayî yê navbera Erebîstana Siudî û Qeterê de peymanek hate îmzekirin.

Piştî 3 salan peyamana navbera aliyan de hatî îmzekirin weke gaveke erênî tê dîtin.

Rêveberiya Kuweytê ragihand ku di navbera emîrê Kuweyt û prensê Siudî de peywendiyek telefonî encam daye.

Di daxuyaniya hatîdayîn de hate gotin, şevê din saet 12:00’an hemû dergehên sînor hatine vekirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera aliyan de lihevkirinek hatiye çêkirin.

Balkêşe peyana têkildarî vekirina deriyên sînor, beriya civîna Konseya Hevkariya Kendavê ku îro li Siudiyê hatî lidarxistin pêk hat.

Piştî ragihandina peymanê, rêveberiya Doha eşkere kir ku wê Emîrê Qeterê El Sanî beşdarî civîna li Siudiyê bibe.

Back to top button