Li dijî wesayîta Polîsan a dewriye digeriya çalakî hat lidarxistin

Bazên Metropolan ragihand ku wan şevê din li ser rêya Amed-Xarpêtê li dijî wesayîta polîsan çalakî li dar xistin.

Yekîneyên Tolhildanê yê Çiyager Hêvî ya Bazên Metropolan bi daxuyaniyekê ragihandin ku 5’ê Îlonê saet 23’an li dijî wesayîtek zirxî ya polîsan li ser rêya Amed û Xarpêtê bi çekên ferdî û teqemeniyan çalakî li dar xistine û got:

“Me çalakî ji bo Kemal Pîr ê ku yek ji fermandarên efsanewî yê partiya me ye li dar xist.

7’ê Îlona 1982’yan Kemal Pîr di berxwedana zindana Amedê de şehîd bû.”

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku Bazên Metropolan wê vê bêdengiyê ji holê rakin û dawiyî li polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst bînin.

Back to top button