Ferhad Şamî: Nifşê herî xeter li kampa Holê tê mezinkirin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî anî ziman ku xeteriya li kampa Holê zêdetir dibe û got:
”Li kampê nivşê sêyemîn ê DAIŞ’ê tê mezinkirin, ev nifiş yê herî xeter e.”
Ferhad Şamî diyar kir ku divê hemû welat bên hemwelatiyên xwe yên di kampê de werbigirin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî derbarê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ji ANHA’yê re axivî.

Ferhad Şamî diyar kir ku ev demek e kampa Holê hem di rojeva wan hem jî di rojeva cîhanê de bû.

Şamî balkişand ser xeteriya li kampê û da zanîn ku xeteriya herî mezin ew e ku nifşekî nû yê DAIŞ’ê tê avakirin.

Ferhad Şamî diyar kir ku êdî DAIŞ’ê xwe di hundirê kampê de zindî dikir, ji bo wê operasyon hat destpêkirin.

Ferhad Şamî: Derbarê têkiliya DAIŞ û Tirkiyê belgeyên nû derketin holê

Ferhad Şamî behsa têkiliyên DAIŞ’ê û Tirkiyê jî kir û ev tişt anî ziman:

”Di encama operasyonê de gelek belgeyên ku têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk îsbat dikin, derketin holê.

Di cîhanê de rola Tirkiyê hatiye naskirin. Îro hinek kes serê xwe dixin axê û naxwazin vê têkiliyê bibînin.

Heta ku hêzên navneteweyî dewleta Tirk teslîmî dadgehê neke xeterî dê mezintir bibe.”

Ferhad Şamî balkişand ser encamên Operasyonê û da zanîn ku heya niha gelek alavên kuştin û êşkenceyê hatine dîtin.

Jinên ku rastî îşkence dihatin, hatin xilaskirin, gelek cihên ku perwerde lê dihat dîtin hatin rakirin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî dewamiya xeteriya DAIŞ’ê xist stûyê hêzên navneteweyî û wiha bi dawî kir:

“QSD û Asayîşê ji mêj ve erkên xwe yên girêdayî dosyaya DAIŞ’ê pêk anîne. Me xetereyeke mezin li ser asta cîhanê ji holê rakir.

Êdî îro û şûn de bi taybetî jî piştî vê operasyonê erkê serekê dikeve ser civaka navneteweyî.

Divê welatên ku hemwelatiyên wan di hundirê kampê de ne bên wan bigirin.”

Back to top button