Yemen..Di encama êrişa El Qaîde li ser nuqteyeke ewlehiyê de 21 hêzên hikumeta Yemenê hatin kuştin

Li başûrê Yemenê El Qaîda êrişî nuqteyeke ewlehiyê kir ..
Di encamê de 21 endamên hêzên alîgirên hikumeta Yemenê û 6 endamên El Qaîdê hatin kuştin.

AFP’ê ragihand ku li Yemenê El Qaîde êrişî nuqteyeke ewlehiyê ya hêzên “Hîzam Emnî” kir ..

Di êrişî de şer û pevçûn derketiye û 3 saetan dom kir.

Di encamê de 21 endamên hêzên hikumetê di nav de efserek heye û 6 endamên El Qaîda hatine kuştin.

Hêzên “Hîzam Emnî” bi daxuyaniyekê raghand :

“Êrişa El Qaîda di çarçoveya hemleyeke leşkerî ya ku hêzên başûr li dijî terorê ragihandiye de pêk hatiye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Hîzam Emnî çend endamên El Qaîdê girtine.

Back to top button