Cenazeyê zaroka şehîd Slava li Dirbêsiyê hat veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Slava Remadan li Goristana Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê oxir kir.

Li Dirbêsiyê jî cenazeyê zaroka bi navê Slava Remadan hat oxirkirin ..

Slava di encama êrişa balafireke dewleta Tirk li gundê Şemoke tevî hin hevalên xwe birîndar bûbûn.

Roja yekşemê ji ber birînên xwe şehîd bû.

Li goristanê gelek axaftin hatin kirin û hat gotin ku êrişa li ser dibistanê pêk hatî, komkujî ye.

cenazeyê şehîd Slava di nav tilîliyên dayîkan de hat veşartin.

Back to top button