Berxwedana Mexmûrê Iraq anî li ser maseya hevdîtinê

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak encam ragihand ku
Berxwedana Xelkê Mexmûrê ku 3’ê roj bûn li dijî hewldana leşkerên Iraqê ya ji bo danîna têl û xendekan bi serket û deriyê maseya muzakereyê vekir.

Ji 20’ê mehê ve artêşa Iraqê li ser daxwaza Tirkiye û PDK’ê hewl dide derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bike.

Hêzên Iraqê di roja yekem de bi çekan êrîşî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û di encamê ciwanek bi guleyê birîndar bû.

Xelkê Wargeha Mexmûrê li hember vê plana qirêj şev û roj di nav berxwedanê de ne. Bi berxwedaniya xwe nehiştin leşkerên Iraqê bikevin kampê da ku plana xwe pêk bîne.

Ev berxwedaniya şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî hişt ku hikûmeta Iraqê di helwesta xwe de gûhertin çêbike û deriyê hevdîtina vebike.

Duh şandek ji wargehê bi rayedarên Iraqê re civiya û diyar kirin ku ew dixwazin bi rêka diyalogê vê pirsgirêk çareser bikin.

Back to top button